Encûmena Wezîran dawî pêşhatên projeyasaya budceya federalî û budceya Herêmê guftûgo dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda danûstandinan ligel Hikûmeta Federalî dawî pêşhat û riya gufûgoyên li ser pirsa bûdceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya sala 2021an pêşkêş kirin. Tekezî li wê kir ku di danûstandinan de berdewam bin û niha amadekariyeke baştir ji bo çareserkirina vê babetê heye.

Piştî hîngê, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Ceneb û Wezîrê Plandananê Dara Reşîd bal kişandin ser amadekarîyên vê dawîyê yên projeyasya bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021 a û da xuyakirin, piranîya daneyên wezaretan amade bûne ji bo budceyeke şefaf û realist were amadekirin. 

Di beşeke din a vê civînê de Wezîrê Plandananê reşnivîsa projeya peyrewa hevbeşîkirina di navbera sektora giştî û sektora taybet li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Piştî nîqaş û guftûgokirinê , ew peyrew hat pesendkirin.

Di beşekî din a civînê de, reşnivîsa yasaya Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat pesendkirin ku ji aliyê Wezîrê Elektirîkê Kemal Muhemmed Salih ve hatibû pêşkêşkirin.

Piştre Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Saîd dilniyayî li ser berdewambûna perwerdehiyê da, bi mercê berçavgirtina rêkarên tendirustiyê, ji bo parastina û selametî û jiyana xwendekar, mamoste, karmendên perwerdeyê û navendên perwerdeyê.

Piştre Wezîrê tendirustiyê Saman Berzincî reportek li ser nifşê nû yê vîrûsa Koronayê û pilana wezareta wî derbarê rêkarên tendirûstiyê ji bo rûbirûbûna vê cureyê guhartî yê vîrûsê pêşkêş kir

Encûmena Wezîran spasîkirina li Wezareta Tendirûstî û wezaretên pêwendîdar ên din kir û di heman demê de wezaret û fermangehên hikûmî raspardin ku rêkarên parastinê û rênimayên tendirûstî li ber çav bigirin. Daxwaz ji welatiyan jî kir, hevkarê cibicîkirina pilan û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, da ku rêgiriyê li belavbûna nifşê nû yê vîrûsa Koronayê bigirin.