Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vebûna Konsulxaneya Ermenistanê nîşan da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Ermenistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Ermenistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Ermenistanê kir

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê ragihand; vekirina Balyozxaneya Ermenistanê li Bexdayê û Konsulxaneya Giştî li Hewlêrê û Navenda Rewşenbîrî ya Ermenistanê li Kelha Hewlêrê, ligel xebata ji bo destpêkirina geştên esmanî yên rasterast ji Bexda û Hewlêrê bo Yerîvanê, pêngaveke baş e ji bo pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Ermenistanê. Herwiha Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vê pêngavê nîşan da.

Îro çarşemê 24ê Sibata 2021ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan kir.

Di civînê de ku Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê û Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê li Hewlêrê amade bûn, gotûbêjên siyasî û dîplomasî yên Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê yên li Bexdayê, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Ermenistanê, vekirina balyozxaneya wan li Bexdayê û konsulxaneya giştî li Hewlêrê, pêwendiyên navbera her du aliyan, bi taybetî di warên xwendina zanîngehê, teknolojî û çandiniyê de, rewşa rewenda Kurd a li Ermenistanê û pêkhateya Ermenî li Herêma Kurdistanê hatin axaftin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da û spasiya Herêma Kurdistanê kir ji ber vê girîngiya ku ji bo pêkhateya Ermen hatiye dayîn, ku karîne li Parlamanentoya Kurdistanê nûnerê wan hebe û dêrên wan vekirî bin û mafên wan parastî ne