Li Enqerê zarokeke Êzdî ya 7 salî hat rizgarkirin

Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê zarokeke Êzdî ya 7 salî ji destê berpirsekî DAIŞê hat rizgarkirin.
Enqere
Enqere

Navenda Nûçeyan (K24) - Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê zarokeke Êzdî ya 7 salî ji destê berpirsekî DAIŞê hat rizgarkirin.

Rêveberiya Polîsê Enqerê û Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) li Enqerê operasyonek hevpar encam dan.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, berpirsekî DAIŞê yê ji Mûsilê reviyabû li Enqerê bi cih bibû. Di operasyona hevpar de ew berpirsê DAIŞê yê bi navê S.O. ligel kesek din hatin binçavkirin. 

Wî berpirsê DAIŞê zarokek 7 salî ya Kurdê Êzdî jî ligel xwe biribû û di heman operasyonê de hat rizgarkirin. Ew zarok ji bo Rêveberiya Malbat û Siyaseta Civakî ya Enqerê hat veguhestin.

Tê gotin S.O. berî tevlî DAIŞê bibe efserekî Artêşa Iraqê bû.