Sidqî Zîlan: Tirkiye dikare di mijara zimanan de Herêma Kurdistanê weke mînak werbigre

Mafnas Sidqî Zîlan li ser rewşa mafên mirovan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Mafnas Sidqî Zîlan li ser rewşa mafên mirovan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diyar kir; Tirkiye dikare Başûrê Kurdistanê weke mînak werbigre, ku li Herêma Kurdistanê zimanê hemû pêkhateyan azad in û hemû pêkhate dikarin bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin.

Sidqî Zîlan ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser guvaş û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û derbarê reşwa mafên mirovan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser pirsa "Gelo danîna qeyûman li şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê, ne destdanîna ser îradeya gel e?", Sidqî Zîlan destnîşan kir: “Partiyên din jî, li seranserê Tirkiyê piranî, vê yekê naparêzin. Ev teserufa hikûmeta niha, bi koalîsyonê dimeşin, ne bi resmiyetê, AKP û MHP û hinek beşdarên wan ên din jî hene, kes navên wan jî nizanin, hêzên tarî hene, hêzên marjînal hene. Ev ji aliyê hiqûqî jî, ji aliyê siyasî û civakî, ji her alî ve tengasî ye. Dinya jî vê yekê naparêze.”

Sidqî Zîlan diyar kir: “Dewleta Tirkiyê xeletî dike, ev xeletî niha dest pê nekiriye, berî HDPê jî wisa ye, berî sed salan jî wisa ye, di çêkirina Komara Tirkiyê de çewtiyek heye, ew çewtî înkara Kurdan e, înkara Kurdistanê ye, înkara zimanê Kurdî ye, zext car caran zêde dibin, car caran kêm dibin, lê di mantalîteyê de guhertin çênebûye.”

Sidqî Zîlan bal kişande ser wê yekê ku Tirkiye dikare Başûrê Kurdistanê weke mînak werbigre, ku li Herêma Kurdistanê zimanê hemû pêkhateyan azad in û hemû pêkhate dikarin bi zimanê xwe zarokên xwe perwerde bikin.