Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Sibata 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 24ê Sibata 2021ê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Amerîkayê li hember gefên rêxistinên terorê, piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybetî piştî êrîşa terorîstî ya bajarê Hewlêrê. Spasiya hêzên ewlehiyê yên Herêmê jî kir ji ber jêhatîbûn û şarezabûna wan di serederiya ligel êrîşên terorî û demildest lipeyçûn û lêkolînkirina bi hemahengiya ligel hêzên Hevpeymanan de.

Matthew Tueller amaje bi pêgeha girîng û stratejîk a Herêma Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn kir weke hevpeymanê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got: “Bi hemahengiya ligel Hikûmeta Federalî û Herêma Kurdistanê, em ji bo ku encamderên vê êrîşê baca tawana xwe bidin û bigihin cezayê xwe, dixebitin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka û hêzên Hevpeymanan kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke her dem, faktoreke girîng a asayîş û seqamgîriyê bibe li herêmê.