Li Diyarbekirê projeya daxwazkirina kreşên pirzimanî dest pê kir

Koma Çavdêrî û Çaksaziyê ya Perwerdeyê projeya li her taxekê kreşên bi zimanê zikmakî daye destpêkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Koma Çavdêrî û Çaksaziyê ya Perwerdeyê projeya li her taxekê kreşên bi zimanê zikmakî daye destpêkirin. Hem rêvebirên projeyê, hem jî welatî û nûnerên partiyên siyasî balê dikşînin ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî tiştekî girîng û bingehîn e û divê xebatên wiha bigihên armancên xwe.

‘Ji şaredariyan bi daxwaznameyekê daxwaza kreşên zimanê zikmakî maf e û daxwaz bikin.’ Koma Çavdêrî û Çaksaziyê ya Perwerdehiyê DÎERG bi vê şiyarê projeya ‘Ez perwerdehî di zimanê dayîk û bavê xwe de dixwazim’ daye destpê kirin.

Rêvebirê DÎERG’ê akademiyen Prof. Dr. Azîz Yagan bal kişand ku ji aliyê padegojîk û civakî ve, bi zimanê zikmakî gihiştina zarokan girîng e û loma jî wan xwestiye bi vê projeyê, pir çandî û pir zimaniyê biparêzin.

Prof. Dr. Azîz Yagan ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Di vê projeyê de daxwaza dayîk û bavan dê diyarker be. Yanî heger ku dayîk û bav bixwazin, dikarin daxwaza bi zimanê xwe perwerdekirina zarokên xwe bikin. Emê jî bibin navbenkar da ku malbat bigihên wan derfetan. Li Tirkiyeyê ji ber ku Tirkî li her warê jiyanê serwer e, zimanên din yan winda dibin yan jî nagihên perwerdehiyê. Me xwest em pêşî li vîya bigirin û ji bo hemû zimanên cuda derfetên perwerdehiyê ben daxwaz kirin û peyda kirin.”

Pispor balê dikşînin ku bi vebûyîna kreşan, dê dayîk û bav jî bikarin beşdarî hilberînê û jiyana civakî jî bibin. Partiya Bizava Nijadperestî MHP ne tê de, partiyên li parlamentoyê û partiyên din jî li dijî perwerdehiya zimanê zikmakî dernakevin.

Endamê Desteya Rêvebiriya Navendî yê Partiya Saadetê Muamer Bîlgîç jî da zanîn ku parastina çand û zimanên cuda berpirsyariyeke misilmanan û mirovahiyê ye, loma jî proje û xebatên ji bo parastin û bi pêş xisina zimanên zikmakî girîng in.

Muamer Bîlgîç ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em ji ber baweriya xwe, di wê baweriyê de ne ku her çand û ziman ji ayetên pîroz in. Cudarengiyên me dewlemendiyên me ne û her ziman û çandeke ku têk diçe re, ayet jî têk diçin. Loma jî divê her çand û ziman bên parastin. Her zimanekî, di rastî de wek mifteyekî ye ku mirov xwe pê dewlemend bikin. Loma jî divê em zimanê hev jî wek zimanê xwe biparêzin û lê xwedî derbikevin.”

Zimanê zikmakî ji bo hemû ziman û çandan bê guman girîng e, lê reşwa Kurdên li Bakur jî bêguman hestewariyeke bêtir di warê zimanê zikmakî de peyda dike.

Firat Yalçin jî Kurdekî ji Diyarbekirê ye û hem mamoste ye, hem jî bav e. Kurê wî şervan niha bi Kurdî nizane û tîne ziman ku ew ji vê reşê gelek dilgiran e. Loma jî kreşên bi Kurdî pêwîstiyeke serekî ya civaka Kurdên li Bakurê Kurdistanê ye.

Firat Yalçin diyar kir: “Îhtiyaceke mezin e, fêrbûna zimanê Kurmancî, bila bi zimanê Kurdî perwerdehî hebe. Hem daxwazî û hem jî pêwistya me ye. Em dixwazin kul i her tax û her derê derfet hebe ku zarokên me bi Kurdî bigihên û fêr bibin.”

Hêjayî gotinê ye ku helmetên ji bo zimanê Kurdî û perwerehiya zimanê zikmakî her diçe zêde dibin û daxwazî ew e ku Kurdî li Tirkiyeyê û bakûrê Kurditanê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.