AK Partiyê rêveberiya rêxistina xwe ya Diyarbekirê guhart

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya vîdeokonferans beşdarî 7emîn kongreya asayî ya partiya xwe ya Diyarbekirê bû.
AK Partî
AK Partî

Diyarbekir (K24) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi rêya vîdeokonferans beşdarî 7emîn kongreya asayî ya partiya xwe ya Diyarbekirê bû. Erdogan got; wan tu ferq û cudahî nekirina nava xizmetguzariyên li bajarên Tirkiye û Bakur de.  Rayedarên Ak Partiyê jî amaje kirin ku partiya wan bi reforman hêza xwe zêde kiriye û dê bi reform û qanûna bingehîn ya nû jî pirsgirêka kurd jî çareser bikin.

Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê 7emîn kongreyê partiyê xwe ya asayî ya Diyarbekir lidar . Endam û rêveberên AK Partiyê beşdarî kongeyê bûn. Di kongreyê de parêzer Muhamed Şerîf Aydin wekî serokê nû yê bajêr hat hilbijartin.  Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi rêya vîdeo konferansê beşdarî kongreya Diyarbekirê bû. Erdogan got; heta ew gihiştine vê qonaxê ji gelek astengî û dafikan derbas bûne. Ergdogan bilêvkir kû, hindî zemîna piştgiriya rêxistina dabeşkar kêm bibe li herêm û Tirkiyeyê aramî jî zêdetir dibe.

Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Mehmet Mehdî Eker got; heta ku kuştin û zordestî hebe dê li hemberî wan jî têkoşîn bê dayîn lê piştî ku ev pirsgirêk hatin çareserkirin dê bi qanûna bingehîn ya nû  pirsgirêkên kurd û tirk û 83 milyonan werin çareserkirin.

Mehmet Mehdî Eker ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Pirsgirêkên me dê bi çi çareser bibin? Dê bi qanûna bingehîn ya nû çareser bibin.  Em ê va qanûna nû bi niyeteke nû, niyeteke çêtir û qençtir çêkin. Di qanûna nû de kurd û tirk û 83 milyon kes dê bi hev re hemû pirsgirêkên wan werin çareserkirin.”

Di kongreyê de bi vîdyoyan behsa xizmetguzariyên ku ji bo bajêr hatine kirin hatin nîşandan û ji bo berdewamiya xizmetguzariyan daxwaza piştgiriyê hat kirin.

Endama Desteya Rêveber û Biryardar ya Navendî  Zeynep Alkiş jî da zanîn ku AK Partî  dê li ser cîbicîkirina nirxên demokrasiyê li ser reforman xebatên xwe berdewam bikin.

Zeynep Alkiş diyar kir: “Ak Partî di her heyama xwe de reformeke li reforman zêde dike. Ji bo welatî û dewletê reform bi dawî nabin. Reform me pêş ve dibin. Di qanûna nû de mafên parastina jinan, parastina demokrasiyê û mafê her kesê, dê mafên ajalan jî werin parastin.”

AK Partî, partiya herî mezin ya Tirkiyeyê ye ji 2002an ve di hemû hilbijartinên ku beşdar bûye de bûye partiya yekemîn. Lê belê li gorî encamên rapirsiyan, ji ber rewşa giran ya aborî û pirsgirêkên mafên mirovan rêjeya dengên AK Partiyê kêm dibin.

Rêveberê Herêmê yê Rêxistinên Navenda Giştî ya AK Partiyê Alatîn Parlak amaje kir ku; ew bi kongreyan rêveberiyên xwe nû dikin û ji bo pêşvebirina demokrasiyê dixebitin.

Alatîn Parlak destnîşan kir: “Dema ku em salên 1990an tînin bîra xwe em dikarin bibêjin li ser maf û demokrasiyê AK Partiyê gelek gavên şênber avêtin.  Pêvajoya amadekirina qanûneke bingehîn ya nû dest pê kiriye, ez di wê baweriyê de me ku dê AK Partî gavên nû biavêje. Em ê qanûna nû  bi hemû aliyên civakê re nîqaş bikin, ka çi daxwaza kê heye em ê guhdariya hev bikin.”

Rêveberên AK Partiyê amaje dikin ku partiya wan bi reform û xizmetguzariyên ku bi destê şaredariyên wan hatine kirin piştgiriya welatiyan girtiye.

Şaredarê Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglu got;  ji bo aramiya welatiyên partiya wan gelek gavên demokratîk avêtine.

Huseyîn Beyoglu got: “Bi hatina Serokomarê me hizûr û aramî çêbû û demokrasî hat cîbicîkirin.”

Di kongreyan de Ak Partî piraniya rêveberiyên xwe nû dike û dixwaze ku bi rêveberiyên nû xebatên hilbijartina 2023an ji niha ve bide destpêkirin.

Serokê nû yê rêxistina Diyarbekirê parêzer Muhamed Şerîf Aydin got; dê ji îro û pê de ji bo hilbjartin û qanûneke nû bixebitin.

Muhamed Şerîf Aydin dibêje: “Em ê bi rêxistina xwe re bi bo amadekirina qanûna nû û hilbijartinê bixebitin. Ji bo gelê me heger piştgiriyeke ji destê me were em ê bikin.”

Kongreyên asayî yên bajar û navçeyan bidawî bûn. Di 24ê Adarê de dê 7emin Kongreya Mezin ya Asayî were kirin.  AK Partî di kongreyên xwe de durişma “Di riya ku tu pê bawerî de bimeşe” bikaranî. Di kongreyan de peyam û gotinên Îslamî zêdetir derketin pêş. Ak Partî dixwaze bi dînamîzmeke nû hêza xwe ya berê kom bike lê tevî rewşa giran ya aborî û rewşa demokrasiyê dê çiqas biserbikeve ew ne diyar e.