Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 12 kes ji gundekî revandin

Çekdarên 12 kes ji gundê Basûtê yê Efrînê revandin û wan bi tundî eşkence didin.
Gundê Basûtê
Gundê Basûtê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, 12 kes ji gundê Basûtê yê Efrînê revandin û wan bi tundî eşkence didin.

Roja 23ê vê mehê teqînek di maleke gundê Basûtê yê li navçeya Şêrewa hate kirin û di encamê de xwediyê malê Newzed Ekrem Tobal (45 salî) û Heyfa Şerîf Qasim (23 salî) ku meriva wî ye hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê belav kir, li ser wê teqîna, grûpên çekdaran 12 kes ji malbata qurbaniyên teqînê revandin.

Li gor zanyariyên wê rêxistinê, grûpên çekdaran wan revandiyan eşkence didin, ji bo ew bibêjin ku qurbaniyên teqînê (Newzad û Heyfa) bi xwe bombe dirust kirin û bombeyek bi wan de teqiyaye.

Diyar kir jî, çekdaran destê xwe danîn ser mal û milkê Newzad Ekrem Tobal.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran welatiyên kurd ên Efrînê hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan revandiyan ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi qest rewşa ewlehiya Efrînê têk didin, ji bo kurdên Efrînê bi neçarî dest ji mal û milkên xwe berdin û koçber bibin û kurd li Efrînê nemînin.