88 jinên Êzidî perwerdeya leşkerî bi dawî kirin

88 jinên Êzidî yên di nava Fermandariya Pêşmergeyan a Zêrevanî li navçeya Şêxan a Duhokê de perwerdeya leşkerî bi dawî kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – 88 jinên Êzidî yên di nava Fermandariya Pêşmergeyan a Zêrevanî li navçeya Şêxan a Duhokê de, perwerdeya leşkerî dîtin û xebatên xwe yên perwerdeyê qedandin.

Ji bo 88 jinên Êzidî yên ku xebatên perwerdeya leşkerî bi dawî kirin, merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî jî gotarek pêşkêş kir.

Berpirsê wê hêzê Xatê Elî ji K24ê re got: ''Erkê me ew e ku em li kêleka hêzên Pêşmerge berevaniyê li xelkê bikin û Şingalê weke beşek ji axa Kurdistanê biparêzin.”

Herwiha bang li Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku gelek genc hene dixwazin bêne nava rêzên Pêşmerge û pêwîst e derî ji bo wan werin vekirin.

Got jî: "Di sala 2014'an de dema DAIŞ êrîş kir, hêza me ya parastinê tune bû. Niha em spasiya Serok Barzanî dikin ku alîkariya me kir ku hêza parastinê ava kir û keçên Êzidî jî gelek bi dilxwazî parastina axa xwe dikin"