Diyarbekir bi tamên xwe dixwaze bibe bajarê çanda xwarinê

Li Diyarbekirê kelecana sazûmaniya gastronomiyê ango tamên bajêr dest pê kiriye.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê kelecana sazûmaniya gastronomiyê ango tamên bajêr dest pê kiriye. Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû û nûnerên saziyên sivîl yên bajarê Diyarbekirê amadekarî dikin ku bi teqrîben 70 tamên ku wek tamên Diyarbekirê hatine pesendkirin û bi tamên xwe yên din re, serî li UNESCO’yê bidin.

Bi pêşengiya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO’yê proje û xebatên sazûman kirina tamên Diyarbekirê berê dest pê kiribûn û ji bo ku tamên hêj nîşaneyên heremî nesitendine serîlêdan hatibûn kirin. Niha jî heman proje tê berfireh kirin û bi hevkariya Parêzgariya Diyarbekirê û Ajansa Geşepêdanê ya Qerejdaxê, hewlên ku xwarin û tamên Diyarbekirê bikevin lîsteya mîrateyên UNESCO’yê tê dayîn.

Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, bal kişand ku bajarê Diyarbekirê jixwe xwedî çanda xwarinên dewlend û kevnar e. Bi van projeyan jî hewla ku bajêr, li nirxên xwe xwedî der bikeve û jê sûda pêwist wer bigre tê dayîn.

Mehmet Kaya diyar kir: “Me di bi beşa gastronomî ango tamên Diyarbekirê serî li UNESCO’yê da ku em wek bajarekî çandê, bên pejirandin. Herêma me navenda cotkariya xwecî û xwarinên xwecî ye. Ev rastî heta niha nehatiye danasîn û wek xezîneyeke nehênî ma ye. Ev xezîneya me dê sûdbexşiyên mezin û baş peyda bike. Em bi vê projeyê hem çanda qedîm û dewlemnd a bajêr û heremê şênber dikin, hem jî tamên curereng ku teqrîben 70 ji wan nîşaneyên heremî wergirtine derdixin peş û didin nasîn.”

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû, di civîna serîlêdanê de, daxuyand ku heger hemû pêkhateyên bajêr li projeyê xwedî derbikevin û piştgiriyên pêwist bidin, dê proje biser bikeve û bajarê qedîm û dewlemend Diyarbekir jî bigihê nirxên xwe.

Karsaz û dikandarên xwaringehan jî bi kelecan û dil û can piştgiriyê didin projeyê û tînin ziman ku ew amadene ji bo bi serketina projeyê.

Serokê Komeleya Hunerên Sifreyan yê Diyarbekirê Şehmûs Dogan ku hosteyiya xwarinan ji bavê wî jê re maye û niha 2 xelek resturantên wan li bajêr hene, anî ziman ku ew jî dixwain ku bajêr û nirxên xwe bigihên hev.

Şehmûs Dogan diyar kir: “Em xwediyê çand û tamên qedîm û ciyawaz in. Înşallah bi xebatên wiha jî dê ew nirx û dewlemendiyên me ji bo hemû bajêr derfetên mezin peyda bikin. Emê berehemên çand û tamên xwe bi cîhanê bidin nasîn û mazûvaniyên ciyewaz li mêvanên xwe bikin.”

Hat ragihandin ku dê di çarçoveya projeyê de, navenda gastronomîyê jî li Diyarbekirê bê vekirin û hem xwarinên bajêr bên peşkeşkirin, hem jî perwerdehiya taman ji bo hosteyan bên dayîn.