HDP: Fezlekeyên hatine amadekirin, ne hiqûqî ne

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ev fezleke, ne hiqûqî ne û lazim e hemû partiyên siyasî jî vê rastiyê bibinin û neyên lîstoka desthilatê.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran

Enqere (K24) - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de li ser pirsa rojnamevenan a derbarê fezlekeyan de ragihand ku ev fezleke ne hiqûqî ne û lazim e hemû partiyên siyasî jî vê rastiyê bibinin û neyên lîstoka desthilatê.

Ayşe Acar Başaran di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir: “Bi rastî îro em baş dizanin ku ev meseleya fezlekeyan ne meseleyeke hiqûqî ye. Ev operasyoneke siyasî ye dîsa li hember HDPê. Em dixwazin partî tev jî vê rastiyê bîbînin.”

Başaran herwiha got: “Raya giştî jî baş dizane ku ne parlementerên me çûne Garê û ne jî dema protestoyên Kobanî de mirinên hatine jiyan di perpirsiyariya me de ye.”