Firokeyên Tirkiyê nêzîkî bajarokê Çemankê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Hewlêr (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand; çend firokeyên şer ên Tirkiyê, binkeyên PKKê yên li nêzîkî gundê Ribtke yê ser bi bajarokê Çemankê yê li sînorê navçeya Amêdî bombebaran kirin.

Nûçegihanê me eşkere kir ku bombebaran gelek nêzîkî gundê Ribtke bûye û heta ji ber bombebaranê, pencereyên malên wan şikestine û gelek bizdiyane.