Endamên HDPê name şandin Wezareta Dadê û daxwaza azadkirina Demîrtaş dikin
Diyarbekir (K24) - Endam û rêvebirên Şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Diyarbekirê bi nameyên ku ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şandin, daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bê cîbicîhkirin û Selahattin Demirtaş serbest were berdan.
Wekîlê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê şaxa Diyarbekirê Îrfan Soner beriya ku nameyan bişînin daxuyand ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê biryara berdana Hevserokê bere yê HDPê daye û ew biryar li ser Tirkiyeyê jî sepandiye. Loma jî divê pêwistiya wê biryarê bê bicihkirin û hêviyên serdetiya hiqûqê û demokrasiiyê jî careke din bên şînkirin.
Parêzbendiya Selahatîn Demirtaş di 20ê Gulana 2016an de hatibû rakirin û Selahattîn Demirtaş hatibû girtin.
Doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê hatibû cekirin jî di 24ê Kanûnê de encam dabû û Dadgeha Mafê Mirovan ragihandibû ku ti tiştekî wek tawan bê dîtin li ser Demirtaş tune ye û azadî û mafên wî hatine binpêkirin, loma jî divê demilest serbest bê berdan.
Ligel ku Tirkiyeyê wê peymanê pejirandiye û di ser biryarên hiqûqa navxwediya qebûl dike jî, rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê anîbûn ziman ku ew wê biryarê nas nakin.