Şemxanî: Êrîşên Amerîkî li Sûriyê, serdema nû ya terorê li navçeyê ye

Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê: “Armanc ji êrîşên Amerîka li Sûriyê ew e, êrîşên teroristî yên DAIŞê li navçeyê zêde bibin.”
Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî
Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê ragihand, “Armanc ji êrîşên Amerîka li rojhilatê Sûriyê ew e, êrîşên teroristî yên DAIŞê li navçeyê zêde bibin.”

Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di çarçoveya hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên li Tehranê de ragihand, “Êrîşa Amerîka, destpêka serdemeke nû ya terora rêkxistinkirî li navçeyê ye.” Tekez kir jî, “Îran û hevalbendên wê, rê nadin hizra terorê li navçeyê careke din were vejandin.”

Got jî: “Êrîşên Amerîka li rojhilatê Sûriyê karekî hovane ye û derenketina derketina hêzên biyanî ji Iraqê li gor biryara Parlementoya Iraqê, dê krîzên navçeyê zêde bike.”

Ev daxuyaniya Elî Şemxanî piştî wê yekê tê, Firokeyên şer ên Amerîka pêr 9 pêgehên komên çekdar ên ser bi Îranê ve li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û ziyanên mezin gihandin wan.

Di wê derbarê de Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand, di encama êrîşa Amerîka de 22 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatibûn kuştin.