Di pandemiyê de ayîn “online” li dêra Diyarbekirê tên kirin

Li Dêra Diyarbekirê piştî ku îbadetên bi girseyî hat qedexekirin, bi awayekî online ayîn û îbadet tên kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Qeşe û xebatkarên Dêra Mesîhiyan a Diyarbekirê di serdema pandemiyê de, bi awayekî online bi cemaata xwe re ayînan dikin. Oldarên Mesîhî tînin ziman ku di destpêka ku rênimayên pandemiyê hatine danîn de, ew gelek tengav bûne, lê piştî ku dest bi ayînên online kirine, ew bi başî ayînên xwe dikin.

Di serdema pandemiyê de, ciyên îbadet û ayînan jî hatibûn girtin. Lê peywirdarên olî dikaribûn biçin mizgeft, dêr û îbadetxaneyan. Li Dêra Diyarbekirê jî piştî ku îbadet li îbadetxaneyan bi girseyî hat qedexekirin, bi awayekî online ayîn û îbadet tên kirin.

Qeşeyê Dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener tîne ziman ku dema qedexe dest pê kirin, ew jî ketine nav fikaran lê fikra bi awayekî online kirina ayînan, bi wan re çê buye û di destpêkê de hin zehmetiyan jî kişandine. Lê niha dikarin bi cemaata xwe û kesên dixwazin re bi hêsanî ayîn bikin.

Qeşeyê Dêra Diyarbekirê Ahmet Guvener ji K24ê re got: "Bi taybet li ser medya civakî, bi zindî weşan kirinê de me gelek zehmetiyan kişand. Lê niha em êdî fêrbûn û bi awayekî online kirina ayînan, ji aliyê cemaatê ve jî bi erênî hat pêşwazî kirin. Bi awayê online, ji ber li ser medya civakî dimîne, ji xeynî cemaatê jî, ji aliyê gelek kesan ve jî tê temaşe kirin. Em yên peywirdar her hefte tên û bi hevhengiya muzîkê ayînên xwe dikin."

Ayînên online ku li dêra Diyarbekirê tên kirin de, bi zimanê cuda jî li gel muzîkê waaz tên dayîn û dia tên kirin.

Serhat Zengîn jî yek ji wan peywirdarê li Dêra Diyarbekirê ye jî; tîne ziiman ku ew girîngî didin û dixwazin ku herkes bi her zimanî ayînên wan fêm bikin. Loma jî bi taybet bi zimanên ku li vê heremê tên axaftin ayînên bi muzîkê dikin.

Peywirdarê Olî yê Dêra Diyarbekirê Serhat Zengîn dibêje: "Divê îbadet di nav qaliban de nemine. Dia tiştekî ku ji dil tê kirin e. Divê em dia ji kesên ku diayan hînî me dikin re jî bikin. Em bi hevhengiya tembûrê, gitarê, tefê û ensturmanên din yên ji şaristanî û çandên cuda yên kup ê ayîn ahatine kirin, ayîn û diayên xwe dikin."

Wek ku di serdema pandemiiyê de, her Yekşem bi awayê online ayîn dihat kirin, vî hefteya jî ayîn bi zimanê Kurdî û Tirkî hat kirin û dua hat kirin da ku mirovahî  xwe ji nexweşîna pandemiyê rizgar bike.