Konsulxaneya Amerîkayê: Heta niha jî em Mela Mistefa Barzanî bi bîr tînin

Konsulxaneya Amerîkayê di salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî de peyamek belav kir.
Mela Mistefa Barzanî
Mela Mistefa Barzanî

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê di salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî de peyamek belav kir.

Konsulxaneya Ameîrkayê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye; em îro jiyan û mîrata Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) bi bîr tînin.

Konsulxaneyê destnîşan kiriye ku ji ber cihê dest û xizmeta ku pêşkêşî Herêma Kurdistana Iraqê û Kurdan kiriye, heta îro jî wî bi bîr tînin.

Jiyan û xebat û têkoşîna Mela Mistefa Barzanî:

Mela Mistefa Barzanî kurê pêncemîn û dawî yê Şêx Mihemedê Barzan di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan ji dayik bû.

Di sala 1904an de bavê wî Şêx Mihemedê koça dawî dike û birayê wî Şêx Ebdulselam bi erkê rêbertiya Barzaniyan werdigire.

Dema temenê Mela Mistefa Barzanî 3 salî dibe, hêzên Osmaniyan êrîşî navçeya wan dikin û birayê wî Şêx Ebdulselan dîl digirin û Mela Mistefa û diya wî 9 mehan tên zîndanîkirin.

Mela Mistefa Barzanî sala 1919an beşdariyê di şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî.

Sala 1920ê Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bona ku hemahengiyekê di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Înglîzan dikirin, dike. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.