Mesrûr Barzanî: Em bi her awayî piştgiriya azadiya karê rojnamevaniyê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî piştgiriya azadiya karê rojnamevaniyê dike, da ku rojnamevanên Kurdistanê bikarin bi awayekî profesyonel karê xwe bikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî piştgiriya azadiya karê rojnamevaniyê dike, da ku rojnamevanên Kurdistanê bikarin bi awayekî profesyonel karê xwe bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro ligel endamên Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn û endamên encûmenê, li ser kar û çalakiyên sendîkaya xwe kurteyek pêşkêş kirin û destnîşan kirin ku li Herêma Kurdistanê azadiya ragihandinê heye, lê karê medyayê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê yasayî û pîşeyî ve, pêwîstiya wê bi rêkxistinê ve heye, da ku rêgirî li aloziya ku di warê ragihandinê de heye, were kirin.

Serokwezîr tekezî li piştevanî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji bo rojnamevan û medyakarên Kurdistanê û karê rojnamevaniyê li Herêmê û amaje bi rol û pêgeha rojnamevanan kiriye di hişyarîkirina civak û alîkarîkirina hikûmetê di destnîşankirina girift û kêşeyan de ji bo nehiştina wan û sererastkirin û baştirkirina ezmûna hikumraniyê li Kurdistanê. Herwiha diyar kir: “Azadiya derbirîna ramanan, bingeheke sereke ya civakên pêşketî ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Serokwezîr car din anî ziman ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zemînê azadiya derbirîna ramanan ji bo medyakarên Kurdistanê desteber kiriye, da ku rola xwe ya bi bandor di civakê de bilîzin. Herwiha diyar kir; rojnamevanên Kurdistanê, nabe rê bidin pîşeya pîroz a rojnamevaniyê, bi mebesta xerakriin û tohmetkirin û têkdana aştiya civakê were bikaranîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî piştevaniya azadiya karê rojnamevaniyê ya li Kurdistanê dike, da ku medyakarên Kurdistanê bikarin bi awayekî profesyonel û dûr ji ajendayên nepîşeyî, karê xwe bikin, bi awayekî ku di berjewendiya giştî û parastina destkeftên niştimanî de be.