Berdevkê Hikûmetê: Rêkarên xweparêziyê dê werin tundkirin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; pêvajoya perwerdehiyê dê berdewam bibe, lê divê rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê werin tundkirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; pêvajoya perwerdehiyê dê berdewam bibe, lê divê rêkarên xweparêziya ji vîrusa Koronayê (Covid-19) werin tundkirin û eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina perwerdehiyê dê were rojevê.

Cotyar Adil civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand; Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê di civîna xwe de ev biryar dane:

- Tundkirina rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê.

- Pabendkirina hemû welatiyan bi rênimayan.

- Îdare û yekeyên îdarî, dê hemû rêkaran cîbicî bikin.

- Perwerdehî didome, lê rêkarên pêwîst werin tudkirin.

- Eger metirsî zêdetir bibe, bijardeya sekinandina xwendinê dê were rojevê.

- Heta 10ê Adarê ev rêkar dê werin cîbicîkirin.