WHO: Bandorên vaksîna Koronayê derketin holê

Rêveberê Bernameya Hawarçûnê ya li Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) Michael Ryan ragihand; niha WHO bandora ku vaksîna Koronayê derxistiye holê, dibîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Bernameya Hawarçûnê ya li Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) Michael Ryan ragihand; niha WHO bandora ku vaksîna Koronayê derxistiye holê, dibîne.

Michael Ryan diyar kir: “Hêj zû ye û ne rast e em wisa bifikirin ku dawiya îsal em ê ji vê vîrusê rizgar bibin. Lê em dikarin heta dawiya îsal, haletên çûna nexweşxaneyê, mirin û nexweşiyên metirsîdar kêm bikin.”

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom jî diyar kir ku di nava heft mehên derbasbûyî de, hefteya derbasbûyî yekem car hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê li cîhanê ber bi zêdebûnê ve çûye û got: “Ev tiştekî çaverênekirî nîne.”

Tedros Adhanom ji welatên cîhanê daxwaz kir ku di cîbicîkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê de berdewam bibin û got: “Welatên cîhanê wisa zen dikin ku vaksîna Koronayê dawî li pandemiya Covid-19ê tîne, loma dest bi kêmkirina rêkarên xweparêziyê kirine.”

Adhanom destnîşan dike: “Eger welatên cîhanê, xwe tenê bi vaksînê ve girêbidin, xeletiyeke mezin dikin. Hê jî rêkarên giştî yên tendirustiyê, faktora bingehîn in ji bo rûbirûna vê vîrusê.”