UNICEF daxwaza derxistina 22 hezar zarokan ji Kampa Holê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî şewata li kampa Holê derketiye, Rêxistina UNICEF daxwaz ji hemû welatan dike, zarokên xwe yên li kampa Holê werbigirin.
Berî du rojan agirek bi konên Kampa Holê ket û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes birîndar bûn, di nava mirî û birîndaran de hejmareke mezin zarok bûn.
Piştî wê bûyerê, Rêveberê Herêmî yê UNICEFê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê Ted Chaiban ragihand, di vê kampa metirsîdar de ya ku gelek malbatên DAIŞê tê de hene, 22 hezar zarok ji 60 regezî hene.
Ted Chaiban got: “Ev zarok di rewşke gelek xirap de dijîn û xizmetên sereke ji wan re nayin pêşkêşkirin.
Ted Chaiban daxwaz ji welatên endam kir, bi erkê xwe rabin û wan vegerînin welatê xwe û kar bikin ji bo ew zarok bi awayekî ewle û bi rûmet bijîn.
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.