NY: Li Sûriyê bi dehan hezar girtî hîn jî winda ne

Li Sûriyê bi dehhezaran kes di girtîgehan de rastî eşkenceyan û destdirêjiya seksî hatine û bi hezaran kes jî di bin eşkenceyan de hatine kuştin.
AFP
AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolînerên Netewên Yekgirtî dibêjin, bi dehan hezar sîvîl li Sûrîyê hîn jî winda ne ku ji aliyê rêjîm û grûpên çekdar ve hatine revandin.

Komîteya Lêkolînan a ser bi Netewên Yekgirtî ve di raportekê de belav kir, di dirêjahiya deh salên borî yên krîza Sûriyê de, bi dehhezaran kes di girtîgehan de rastî eşkenceyên tund û destdirêjiya seksî hatine û bi hezaran kes jî di bin eşkenceyan de hatine kuştin. Ev tawan jî digihin asta tawanên li dijî mirovahiyê.

Lîkolîneran di raportê de gotin jî, rêjîma Sûriyê, grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê, Desteya Tehrîr El-Şamê û DAIŞê bi hezaran kes bi awayekî neyasayî revandine, eşkence dane û kuştine.

Da zanîn, bi awayekî herî zêde rêjîma Sûriyê û di pişt re DAIŞ û Desteya Tehrîr El-Şamê ev tawan kirine. Hejmareke mezin ji girtî û revandiyan jî heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Komîteya Lêkolînan a ser bi Netewên Yekgirtî ve bi serkirdatiya Paolo Pinero daxwaza dadgehkirina wan kesên ev tawan kirine kir. Herwiha daxwaz kir, mîkanîzmeke navdewletî bê danîn, ji bo cihê term û gorên kesên windayî bê diyarkirin.