Rêya Perestgeha Lalişê tê nûkirin û berfirehkirin

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek projeyên xizmetê li navçeya Şêxanê cîbicî dike, bi taybetî jî projeya berfirehkirina rêya Perestgeha Lalişê.
kurdistan24.net

Laliş (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek projeyên xizmetê li navçeya Şêxanê cîbicî dike, bi taybetî jî projeya berfirehkirina rêya Perestgeha Lalişê.

Karê projeya çêkirina rêya Lalişê berdewam e, ku dirêjahiya vê projeyê 1250 metre ye û dê di demeke nêz de bikeve xizmeta welatiyan.

Cadeya rêya Lalişê, bi awayekî endezyarî û bi rêk û pêk tê çêkirin. Li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nêzîkî 700 milyon dînar ji vê projeyê re hatiye terxankirin.

Rêya sereke ya hatûçûna Perestgeha Lalişê, gelek astengî li ber ziyaretkaran dirust dikir, lê piştî cîbicîkirina vê projeyê, gelek hêsanî li ber hatûçûna welatiyan dê çêbibe.

Micêwirê Lalişê Feqîr Reşîd diyar kir: “Ev cadeya ku tê çêkirin, gelek muhîm e ji bo Lalişa Nûranî, ji bo miletê me. Her kesekî xizmeta vî gelî û Lalişê bike, mala wî ava.”

Berpirsê Ragihandina Perestgeha Lalişê Luqman Silêman destnîşan kir: “Em dibînin gelek kes serdana Lalişê dikin. Ev projeya ku îro tê cîbicîkirin, ku bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ew arîşeya mezin û ew astengên li ber xelkê Lalişê, îro têne çareserkirin. Birastî ez dibînim girîngtirîn projeya li Lalişê hatiye çêkirin, ev proje ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî salekê ye çendîn projeyên girîng li Perestgeha Lalişê dane destpêkirin, da ku xizmeta welatiyên Êzdî bikin. Çêkirina rêya Şêxan û Lalişê, kêfxweşiyek li cem xelkê deverê çêkiriye.