CHP: Li Tirkiyê dadgeh ne serbixwe ne

Serokê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran axivî.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu

Enqere (K24) - Serokê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran axivî û got: “Li Tirkiyê dadgerî bi tu awayî ne azad e, loma li vî welatî tekane ewlehiya parlamenteran parêzbendî ye.”

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Parlamentoya Tirkiyê diyar kir: “Li welatekî ku dozgerî lê ne azad e ji xeynî parêzbendiyê ti bergirî û ewlehiya parlamenteran nîne. Divê ev ewlehî neyê rakirin. Heger pêdivî bi vê yekê çêbibe divê wê gavê dadgerî bê alî be.”

Kemal Kiliçdaroglu got: “Hîç kesek nikare bi ser parêzbendiyan re siyasetê li gor dilê xwe araste bike. Ligel ku 6-7 sal bi ser bûyeran re derbas bûne jî lê hê jî radibin û hewl didin ku bi awayekî tifaqa miletê têk bibin. Dixwazin bi rêya fezlekeyan CHPê bixin tengasiyê. Divê bizanibin ku CHP li hember neheqiyan bêdeng namîne.”

Kiliçdaroglu destnîşan kir: “Parêzbendiya parlamenterekî bi biryara yek kesî nikare bê rakirin. Heger hûn bi dîrektîfan destê xwe rakin û daynin ev yek tê wê wateyê ku li vir vîna azad nîn e. Lê ji xwe begefendî biryara xwe daye. Piştre jî radibin li vî welatî behsa dadweriyê dikin. Kesê ku li hember neheqiyê bêdeng dimîne şeytanê bêdeng e û em bi tu carî nabin ew şeytan.”