Li Rojavayê Kurdistanê festîvala jinan hat lidarxistin

Bi boneya hatina cejna jinê û li jêr diruşma "Jin giyanê çandê vejîn dikin" festîvala şeşemîn ya wêje û hunera jinê ji alî desteya çandê li herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) –  Bi boneya hatina cejna jinê û li jêr diruşma "Jin giyanê çandê vejîn dikin" festîvala şeşemîn ya wêje û hunera jinê ji alî desteya çandê li herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di festîvala jinan de gelek çalakî hatin encamdan wek pêşengeha karê destan, wêne û tablo, cilên kurdî herwiha wêje û çîrok.

Komîteya Amadekar a Festîvala Jinan dide zanîn; ev festîval derfetek e ku jin karibe karê xwe pêşkêş bike û cihê xwe di civakê de bibîne.

Ev festîval giranî dide çand û kultura deverê bi rêka pêşkêşkirina kultura her pêkhateyekê.

Zeyneb jinek kurd e ku bi teşî û hiriyê karê xwe bi rê ve dibe, dibêje ku ev kar li cem kurdan li her çar parçeyan Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e, û pêwîst e were parastin û bi berdewamî hebe.

Di festîvalê de gelek çîrok û helbest ji alî jinan vê hatin xwendin, li gorî komîteya amadekar di dawiya festîvalê de xelat dê werin belavkirin, festîval du rojan dewam kir ku ev e 6 sal li dardikeve û mebest jê bihêzkirina jinê ye ku karibe bi xwe jiyana xwe bi rê ve bibe û alîkariya malbata xwe jî bike.

Festîvala jinê li rojavayê kurdistanê li darket, gelek çalakî hatin encamdan, karê destan yê jinan jî hat pêşkêşkirin, komîteya amadekar dibêje ku mebest ji vê çalakiyê bihêzkirina jinê ye.