Termê kesekî din li kampa Holê kuştî hat dîtin

Tenê di 4 rojên destpêka yên meha Adarê de, 4 koçberên Iraqî li kampa Holê hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Holê li Hesekê ya bi hezaran malbatên DAIŞê di nava wê de hatine bicihkirin, termê kesekî kuştî hat dîtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, termê welatiyekî Iraqî li kampa Holê li parêzgeha Hesekê kuştî ji aliyê hêzên asayişê ve hate dîtin ku bi guleyan hatibû kuştin.

Di dema dawiyê de gelek bûyerên kuştinê di nava kampa Holê de rû didin. Li gor Rewangehê jî, tenê di 4 rojên destpêka yên meha Adarê de, 4 koçberên Iraqî li kampa Holê hatine kuştin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Netewên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Li gorî raporên saziyên navdewletî jî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê.