Rûhanî: Em bi ti guhertineke rêkeftina atomî razî nabin

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand; ew ti danûstandinek derbarê rêkeftina atomî de nakin û razî nabin ti bendek lê were zêdekirin an kêmkirin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand; ew ti danûstandinek derbarê rêkeftina atomî de nakin û razî nabin ti bendek lê were zêdekirin an kêmkirin.

Îro pêncşemê 4ê Adara 2021ê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser rêkeftina atomî ya navbera Îran û welatên 5+1 axivî û got: “Em razî nabin ti guhertinek di wê rêkeftinê de were kirin. Em ti guhertinekê pesend nakin û divê Washington pê ve pabend be.”

Hesen Rûhanî diyar kir: “Divê Amerîka berî ku vegere rêkeftina atomî, sizayên li ser Komara Îslamî ya Îranê rake.”

Rûhanî got: “Eger îdareya Biden cidî ye di bikaranîna rêya dîplomasiyê bo çareserkirina kêşeyan de, bila vegere rêkeftina atomî û sizayên li ser Îranê rake. Eger na, ew bi xwe ji bûyerên paşketinê, berpirsyar in.”

Serokomarê Îranê dibêje: “Tehran amade ye vegere cîbicîkirina temamê wan pabendiyên ku li gor rêkeftinê dikeve ser milê wê û piştî rakirina sizayan, em ê demildest pabendiyan cîbicî bikin.”