Serokwezîrê Belçîkayê: Divê zarokên Belçîkî ji kampên Sûriyê vegerînin

Serokwezîrê Belçîkyayê dixwaze zarok û jinên çekdarên DAIŞê yên Belçîkî ji kampên Rojavayê Kurdistanê derxîne û vegerîne welatê xwe.
Kampa Holê li Hesekê
Kampa Holê li Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Belçîkyayê ragihand, ew ê zarok û jinên çekdarên DAIŞê yên Belçîkî ji kampa Holê û kampa Roj ên Rojavayê Kurdistanê derxînin û vegerînin welatê xwe.

Serokwezîrê Belçîkyayê Alexander De Croo tekez kir ku divê hikûmeta wî bi hemû hêza xwe kar bike da ku zarokên cîhadîstên Belcîkî ji kampên bin kontrola hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê vegerîne welatê xwe.

De Crowe hişyarî da ku şert û mercên li wan her du kampan ji dema têkçûna DAIŞê ve nebaş e û destnîşan kir ku divê destûr bê dayîn kesên ji 12 salî kêmtir vegerin.

Serokwezîrê Belçîkyayê metirsiya xwe ji egera ew zarok ber bi tundrewiyê ve biçin nîşan da û ji parlemanteran got: "Di van kampan de terorîstên sibe hene, em nikarin destûrê bidin vê yekê."

Herwiha got jî: "Ji bo em wan zarokan derxînin, divê em bi hemû hewlên xwe hewl bidin" û destnîşan kir ku hejmara zarokên kêmî 12 salî nêzî 30 zarokî ne.

Di destpêka Sibata 2021'an de pisporeke Netewên Yekgirtî diyar kir ku jin û zarokên 57 netewên cuda li kampên Rojavayê Kurdistanê di nava şert û mercên nebaş de dijîn û bang li welatên têkildar kir ku welatiya xwe dimildest vegerînin.

Li gorî raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e ser asta cîhanê. Rêveberiya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in û divê welatên cîhanê welatiyên xwe vegerînin welatê xwe.