Helmeta vaksînkirinê li Duhokê dest pê kir

Îro şemiyê helmeta lêdana vaksîna dijî Koronayê li parêzgeha Duhokê dest pê kir.
Duhok
Duhok

Duhok (K24) – Îro şemiyê helmeta lêdana vaksîna dijî Koronayê li parêzgeha Duhokê dest pê kir û bijîşkê navdar ê Duhokê yekem kes bû ku li parêzgehê vaksîn wergirt.

Peyamnêrê K24ê Mesûd Mihemed ji Duhokê ragihand; îro helmeta lêdana vaksîna dijî Koronayê li parêzgeha Duhokê dest pê kir û bijîşkê navdar Dr. Ebdullah Seîd yekem kes bû ku li parêzgehê vaksîn wergirt.

Roja 2yê Adara 2021ê beşa yekem a vakîsa Çînê gihişte Herêma Kurdistanê, ku 5 hezar derzî bûn.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku para parêzgeha Duhokê di wê beşa vaksînê de 920 derzî ye, wek qonaxa yekem, ji bo 460 bijîşk û karmendên tendirustiyê dê werin bikaranîn.

Biryar e di rojên bê de li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê lêdana derziya Koronayê ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê dest pê bike.