Papa Francis gihîşte bajarê Nasiriye

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşte bajarê Nasiriye û li Perestgeha Ur ligel pêkhateyan dicive.

Hewlêr (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşte bajarê Nasiriye û li Perestgeha Ur ligel pêkhateyan dicive.

Peyamnêrê K24ê Soran Kameran ji Ur ragihand; nûnerên pêkhateyên olî beşdarî dîtina Papa bûn.

Peyamnêrê me destnîşan kir ku di civînê de Papa Francis li Perestgeha Ur, bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyan duaya aştiyê dike.

Nûnerên pêkhateyan dê çend peyaman pêşkêş bikin û tevî kêfxweşiya wan ji bo hatina Papa Francis, tekezî li aştî û pêkvejiyana li Iraqê dikin.

Di gotara xwe de Papa Francis ragihand: “Em li vir hêvî dikin ku zêdetir aştî pêk were, em hemû bi hev re bixebitin û alîkarê hev bibin, em ji vir peyama aştiyê bo cîhanê belav bikin.”

Papa diyar kir: “Divê rêz li azadiya olî were girtin, nabe bi ciyawazî û her yek ji bo xwe bixebite, divê em hemû bi hev re vê karwanê bigihînin cihê xwe.”

Papa Francis di gotara xwe de got: “Em li vir ji bo hemû rojhilat dua dikin, em dixwazkin nakokî ji holê rabin û gotinên tundiyê biguherin bo aştî û pêkvejiyanê.”