Rojînê projeya xwe ya ji bo jinan eşkere kir

Hunermend Rojîn eşkere kir ku wê ji bo jinan projeyek amade kiriye ku jinên li kampan çandiniyê bikin, da ku bikarin li ser lingên xwe bisekinin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Hunermend Rojîn eşkere kir ku wê ji bo jinan projeyek amade kiriye ku jinên li kampan çandiniyê bikin, da ku bikarin li ser lingên xwe bisekinin.

Hunermenda navdar Rojîn beşdarî bultena K24ê bû li ser projeyên xwe yên ji bo jinan, bersiv da pirsên Jivan Abid.

Rojînê derbarê projeya xwe de diyar kir: “Deh sal in ev proje di aqlê min de bû, çimkî welatê me welatekî pir xweş e, sirûşta me, 11 meh roj heye, axa me bi bereket e, ji zû de min digot li kampan bi destê jinan çandiniyê bikin, çandiniya bê ax heye, çandiniya bi ax heye. Em kooperatîfekê ji bo jinan bikin, ji bo ku jin karibin li ser lingên xwe bisekinin. Bi taybetî keçikên me yên Êzdî, yên ku ji destê DAIŞê xilas bûne, ji bo derûniya wan.”

Hunermend Rojîn dibêje: “Niha grûpeke me ya muzîkê heye, keçên Şingalê ne, ew jî dê stranan bibêjin. Me xwest ku heta pêncî salî jî li welatê me, em vê festîvalê berdewam bikin.”

Rojînê eşkere kir ku navê festîvalê dê bibe "Bûka Kurdistanê" û diyar kir ku dê bi giştî gelek beşên festîvalê hebin.

Li ser aliyên ku piştevaniya projeyê dikin, eşkere kir: “Ev sê-çar meh in em li ser vê yekê kar dikin. Grûpeke me heye, Grûpa ROBA, Rojava, Rojhilat, Başûr, Bakur. Ev xewna min û Dr. Seîd bû jixwe. Ew hevalên me jî gelek alîkariya me kirin. Gelek dostên me piştgiriya me kirin.”

Rojînê diyar kir ku di festîvalê de ew ê 20 dayîkên şehîdan xelat bikin.

Hunermend Rojîn cara yekem ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku ew zewiciye û got: “Navê wî Mesûd e û gelek jê hez dikim.”

Herwiha destnîşan kir: “Straneke min ji bo Newrozê heye, berhema min a dawî ez amade dikim.”