Diktorek bang li rêxistinên navdewletî dike: 9 kes ji malbata min li Minbicê girtî ne

Nêzîkî 2 mehan ne 9 kesên sivîl ji malbatekê ji aliyê Îstixbarata Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve girtî ne .
Malbata Dr. Lezîn Îbo
Malbata Dr. Lezîn Îbo

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî 2 mehan ne 9 kesên sivîl ji malbatekê ji aliyê Îstixbarata Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve girtî ne û kurekî wê malbatê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, rêxistinên mirovî û yasayî û aliyên pêwendîdar dike, destêwerdanê bikin û endamên malbata wî azad bikin.

Dr. Lezgîn Îbo ji K24ê re ragihand, birayê wî Nîdal Îbo di Desteya Aborî û Çavdêriyê ya Minbicê de kar dikir û wek berpirsê dosyeya gendeliyê hatibû destnîşankirin. Piştre ji ber hin sedeman ji Minbcê derket û berê xwe cihekî nediyar. Ji ber wê yekê, Îstixbarata Encûmena Leşkerî ya Minbicê 9 kes ji malbata wî binçav kirin.

Dr. Lezgîn ku li Almanyayê dimîne diyar kir, roja 6.1.2021an bavê wî Mehmûd Îbo yê 60 salî û birayê wî Nîdal, Rêzan Îbo yê 24 salî hatin binçavkirin. Roja 7.1.2021an birayê wî Ehmed Îbo yê 16 salî û Mihemed Îbo yê 14 salî hatin binçavkirin û roja 8.1.2021an hevjîna Nîsal, Emîra Bitran ya 23 salî û 3 zarokên (Mehmûd 6 salî, Lezgîn 4 salî û Arîn 3 salî) hatin binçavkirin.

Dr. Lezgîn got jî, diya wî Heyfa Hoşo ya 55 salî piştî ku roja 1ê vê mehê vîdyoyek li tora civakî belav kir û nerazîbûna xwe derbarê girtina endamên malbata xwe nîşan da û daxwaza azadkirina zarokên bêguneh ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kiribû, lê ew jî di heman rojê de li gundekî Kobaniyê hate binçavkirin.

Dr. Lezgîn dibêje jî: “Rêveberiya Xweser endamên malbata me wek rehîne desteser kirine, heta Nîdal xwe radestî wan dike.”

Dr. Lezgîn bi riya Kurdistan24ê re bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û rêxistinên mirovî û yasayî yên navxweyî û navdewletî dike, destêwedanê di vê bûyerê de bikin û endamên malbata wî yên bêguneh azad bikin.

Ji aliyekî din ve û li gor zanyariyan, hêzên Rêveberiya Xweser li Minbicê di meha Çileya 2021an 6 kesên din ji malbata Husên Ebas binçav kirine û li hember azadkirina wan 6 kesan, daxwaza radestkirina kurê wan Şukrî Husên Ebas dikin.

Kesên hatin hatine binçavkirin: Husên Ebas (53 salî), Zekiye Xilo (50 salî), Xişman Xilo (39 salî), Ferhad Husên Ebas (35 salî), Delîl Husên Ebas (28 salî), Hesen Husên Ebas (21 salî).

Li gor zanyariyên peyamnêrê me li Qamişlo, demek e Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hilmeteke li dijî gendeliyê kirine û di vê derbarê de hejmarek kes bi tometa gendeliyê ji bo dadgehkirinê tên xwastin.