Kalemêrekî Efrînî di eşkenceya çekdaran de hate kuştin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, careke din kalemêrekî Efrînî di bin eşkenceyê de dikujin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kalemêrekî din ê Efrînê li ser destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hate eşkencedan û kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Şêxmûs Qasim yê 73 salî ku roja 3ê Adarê ji aliyê grûpa çekdar Feyleq El-Şam ve hatibû revandin, ji ber ku di girtîgehê de rastî eşkenceyên hovane hatibû, ji ber wê çekdaran malbata wî agahdar kir da ku wî veguhêzin nexweşxaneyê, lê bi rê de wî canê xwe ji dest da.

Wê rêxistinê diyar kir, Şêxmûs Qasim roja 3ê vê mehê ligel Mihemed Xelîl Hac Şêxo û Seîd Qenber ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şam ve hatibûn revandin.

Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin hovîtiya eşkenceya grûpên çekdar de tê kuştin, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de û heta, zêdetir ji 40 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya çekdaran de hatine kuştin.