Papa Francis: Em hêvî dikin ku zêdetir aştî pêk were, em hemû bi hev re aştiyê belav bikin

Papa Franscis li Perestgeha Ur ligel pêkhateyan civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşte bajarê Nasiriye û li Perestgeha Ur ligel pêkhateyan civiya.

Peyamnêrê K24ê Soran Kameran ji Ur ragihand; nûnerên pêkhateyên olî beşdarî dîtina Papa bûn.

Peyamnêrê me destnîşan kir ku di civînê de Papa Francis li Perestgeha Ur, bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyan duaya aştiyê kirin.

Nûnerên pêkhateyan çend peyaman pêşkêş kirin û tevî kêfxweşiya wan ji bo hatina Papa Francis, tekezî li aştî û pêkvejiyana li Iraqê kirin.

Di gotara xwe de Papa Francis ragihand: “Em li vir hêvî dikin ku zêdetir aştî pêk were, em hemû bi hev re bixebitin û alîkarê hev bibin, em ji vir peyama aştiyê bo cîhanê belav bikin.”

Papa diyar kir: “Divê rêz li azadiya olî were girtin, nabe bi ciyawazî û her yek ji bo xwe bixebite, divê em hemû bi hev re vê karwanê bigihînin cihê xwe.”

Papa Francis di gotara xwe de got: “Em li vir ji bo hemû rojhilat dua dikin, em dixwazkin nakokî ji holê rabin û gotinên tundiyê biguherin bo aştî û pêkvejiyanê.”

Her îro jî danê sibê, Papa Fransîs Rêberê Bilind ê Şîeyan Elî Sîstanî li Necefê civiyan û Nivîsgeha Sîstanî di daxuyaniyekê de naveroka civînê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelek kes li çend welatan ji ber çewisandina olî û ramyarî û nebûna dadweriya civakî, rastî zordarî stemkatiyê dibin, bi taybet hejmare ji gelê deverê ji ber şer û tundûtûjiyê û dorpêça aborî û koçberkirinê dinalin, wek gelê Filistînê.”

Got jî: “Divê kesayetên olî û ruhî roleke mezin bigirin ji bo sînordakirina van karesatan.” Got jî: “Divê welatên bihêz li ser hesabê mafên gelan, berjewendiyên xwe berfireh nekin.”

Herweha tekezî li ser giringiya hewlên hevbeş ji bo dabînkirina nirxên aştîyê, tebayî û pêkevjiyanê di hemû civakan de kir ku li ser bingeha mafên mirovan û rêzgirtina hevbeş di navbera pêkhateyên olî yên cuda û arasteyên rewşenbîrî bêne avakirin.