Cotyar Adil: Hikûmeta Herêmê zanyariyên taybet bi dahat û xerciyan dane Bexdayê

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya jimare û zanyariyên taybet bi dahat û xerciyên petrolê û yên nepetrolê pêşkêşî Bexdayê kirin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya jimare û zanyariyên taybet bi dahat û xerciyên petrolê û yên nepetrolê û tomara bayometrî ya mûçexwarên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Bexdayê kirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya jimare û dateyên taybet bi dahat û xerciyên petrolê û yên nepetrolê û tomara bayometrî ya mûçexwarên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Bexdayê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Di demekê de ku pesendkirina yasaya bûdceya 2021 a Iraqê, di qonaxên xwe yên dawî de ye, piştî gotûbêjeke zêde ligel hemû aliyên peywendîdar, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi hemû berpirsiyariyên xwe dupat dike û baweriya wê bi şefafiyet heye wek ku di karnameya kabîneya nehem a hikûmetê de hatiye.”

Diyar kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîsa hejmar (7-Taybet) roja 1.2.2021an Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran a Iraqê agahdar bi hemû hûrgiliyên pêwîst bi prose, dahat û xerciyên petrolê agahdar kiriye. Ligel wê jî, şandina hejmarên pêwîst bi jêderên dahatên ne petrolê û deriyên sînorî bi piştbestin bi beyannameya darayî ya salane ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêmê. Tevî şandina xişteya hejmar p zanyariyên taybet bi mûçexwarên Herêma Kurdistanê, bi piştbestin bi programa tomara bayometrî.”

Di daxuyaniyê de hat: “Hukûmeta Herêma Kurdistanê her dem tekezî li ser pabendbûna xwe bi prensîba şefafîyet derbarê eşkerekirina dahatên petrol û yên ne petrola xwe ji bo raya giştî û Hikûmeta Federalî kiriye û heta niha jî bi nivîsîneke fermî bersiva hemû pirsên her du wezareta Darayî û Petrola Iraqê û herwiha Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran jî daye.”

Got jî: “Hevdem Herêmê careke din amadehiya xwe ji bo zelalkirina her pirsên din ên girêdayî vê mijarê tekez dike, da ku hemû nezelaliyên li ser riya têgihiştin û rêkeftina di navbera her du aliyan de hebin, ji holê rake.”