Lêborîn û pêkvejiyan beşeke girîng a felsefe û baweriya Barzaniyan e

Ji demeke dirêj ve ye, Kirîstiyanî bi aştî li devera Barzanî dijîn.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Dûrbûna mirovan ji tundûtûjiyê, girêdayî ye bi avakirin û bicihkirina ruhê bexşandinê û pêkvejiyana aştiyane ye. Li gorî vê yekê her civaka cîhanê ku lêborîn û pêkvejiyanê bike bingehek ji bo avakirin û rêvebirina jiyanê, dikare hemû zehmetî û dijwariyên jiyanê derbas bike û bexteweriyê jî peyda bike, ji vê yekê ve lêborîn, hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane ji destpêkê ve wek beşeke girîng a perwerde û baweriya Barzaniyan de hatiye avakirin.

Gorgîs û Hinne ji rûniştvanên gundê Bêdyal ê Kirîstiyanî yê devera Barzanî in û mîna piraniya xelkê vê deverê di van rojên destpêka Buharê, mijûlî amadekirina rez û baxên xwe ne.

Berî sed salî Ebdulselam Barzanî ji bo avakirina civakeke mirovdostane ku tê de rûmeta mirovatiyê parastî be, ruhê lêborînê, hevqebûlkirinê û pêkvejiyana aştiyane di nava xelkê devera Barzan de çand. Piştî ku Ebdulselam Barzanî di sala 1914an de ji aliyê Osmaniyan ve bi hinceta damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê hate bidarvekirin, Şêx Ehmed “Xwedanê Barzan” ev bingeha hizrî bi awayekî kirdarî bi cih kir û bû beşeke girîng ji ferhenga kulturî ya xelkê wê deverê.

Di bin wê bandora hizrî de, ruhê birayetî û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên olî de çêbû. Bê cudahî mafên cibicîkirina erkên olî ji bo misliman, Kirîstiyanî û Cihûyan misoger bû. Di heman demê de, her sê pêkhateyên olî di erk û mafan de bi awayekî wekhev bûn ku hevdu temam kirin ji bo avakirin û birêvebirina jiyanê.

Li devera Barzan, kilîse li tenişt mizgeftê ye û ew dibe belgeya pêkvejiyana aştiyane ya bawermendên wan olan ku bi dirêjahiya dîrokê bi sedema êrîşên dijminan, beşek ji Kirîstiyanan bi neçarî ji wê navçeyê derketin.

Piştî serhildana Bizava Rizgarîxwaz a Kurdistanê bi rêbertiya Mistefa Barzanî, wê malbatê pêla xwe ber bi hemû wîstgehê ve avêt. Mistefa Barzanî ferhenga lêborîn, hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane li hemû navçeyên Kurdistanê bi cih kir, bi taybet di serdema şoreşa mezin a Îlonê de di salên 60 yên sedsala borî de ku hemû ol û mezheb di bin ala şoreşê de kom kirin. Bi dehan xebatkar û têkoşerên wan pêkhateyan giyanê xwe kirin qurbanî ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, serkarwanê wan jî serkirdeyê Kirîstiyanî Hurmizê Melek Çekoyî.

Wek berdewamiya rêbaza Xwedanê Barzanî û Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî jî bi awayekî girîngî da ferhemga lêborîn û pêkvejiyanê, heta bû ferhenga hemû xelkê Kurdistanê.