Serok Barzanî pêşwazî li Papa Francis kir

Serok Mesûd Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Papa Francis kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Papa Francis kir û ragihand; ez bi germî bixêrhatina cenabê Papa dikim, serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê û Iraqê serdaneke dîrokî ye.

Li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Papa Francis kir û ragihand; di destpêka serdanê de, ez rûmetdar im ku li Hewlêrê pêşwazî li Papa dikim, pabendiya me ya herdemî bi aştî û azadiya olan û biratî ye, ez bejna xwe li ber Pêşmergeyên qehreman û wan kesan ditewînim, ku ji bo aştî û azadiya temamê Iraqê canê xwe ji dest dane.