Serok Barzanî: Papa Francis peyama aştî û pêkvejiyanê bi xwe re anî

Serok Barzanî derbarê serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de li ser Twitterê peyamek belav kir û serdana Papa weke serdaneke dîrokî bi nav kir.
Serok Barzanî û Papa Francis
Serok Barzanî û Papa Francis

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de li ser Twitterê peyamek belav kir û serdana Papa weke serdaneke dîrokî bi nav kir.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez bi germî bixêrhatina cenabê Papa dikim, serdana Papa Francis bo Herêma Kurdistanê û Iraqê serdaneke dîrokî ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Papa peyameke pîroz a pêkvejiyan û aştiyê bi xwe re anî.”

Di hevdîtina navbera wan de, Papa Francis spasiyeke taybet bo Serok Barzanî kir ji ber parastina pêkhateyan û got: “We weke bira pêşwazî li Krîstiyanan kir.”