Li Hewlêrê pêşwaziya Papa Francis

Di dema êrîşên DAIŞê de we welatiyên Krîstiyan parastin û weke bira pêşwaziya wan kir

Hewlêr (K24) – Îro yekşemê 7ê Adara 2021m Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşte Hewlêrê û di merasîmekê de ku rengdana pêkvejiyana aştiyane ya Kurdistanê bû, bi amadebûna nûnerên pêkhateyan û Serok Barzanî û Serokê Herêmê û Serokwezîr hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, di hevdîtinekê de lige Serok Barzanî, spasiya taybet kir û bal kişande ser rola Herêma Kurdistanê di parastina pêkhateyan de û got: “Di dema êrîşên DAIŞê de we welatiyên Krîstiyan parastin û weke bira pêşwaziya wan kir.”

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê raghand; di civîneke taybet de Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiya û di civînê de jî spasî taybetî Serok Barzanî kir ji bo parastina pêkhatên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera wan de.

Her di vê hevdîtinê de Papa Francis ji Serok Barzanî re ragihand: "Kurdistan ji bîra min neçûye, li ser daxwaza we û Serokê Hikûmeta Herêmê hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne tenê pêşwaziya min, we pêşwazî li Krîstiyanan jî kir‌". Papa bal kişand ser wê yekê û got: "We di dema êrîşên DAIŞê de Krîstiyan parastin, we wekî bira pêşwaziyê li birayên Krîstiyanan kir."

Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî hêvî xwest, serdana Papa Francis, biratî û pêkvejiyana di nav olan de bihêztir bike û got: "Em şanaziyê bi çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, çanda pêkvejiyana me biratî û xweşdiviyê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê pêşwaziyê li we dikin û serdana we cihê rêzeke zêde ya me ye".