Papa Francis vedigere Hewlêrê

Papa Francis piştî serdanan Mûsilê, vedigere Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis di roja sêyem a serdana xwe de, îro bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate Hewlêrê û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin. Piştre jî serdana Mûsilê kir û niha jî vedigere Hewlêrê.

Piştî Mûsilê, Papa Francis gihîşt Qereqoşê û ji aliyê pêkheteyan ve pêşwazî lê hate kirin. Papa di gotarekê de ragihand, “Vir, xaka bicihanîna xewnan e. Ew hevgirtina di navbera we de heye biparêzin. Hin bûyer û diyarde dixwazin îmana we lawaz be, lê divê hûn dest jê bernedin. Divê baweriya we bi we û ola we hebe. Bila di bîra we de be ku xwedê li pişt we ye. Bila hêviya we bi xwedê û asman hebe.”