Li Herêma Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 256 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 256 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 153 kes li Hewlêrê, 57 kes li Silêmaniyê, 19 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce,  6 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Diyar kir jî, 3 kesan li Silêmaniyê canê xwe ji dest daye. Herwiha û 135 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 110512 kes.

Mirin: 3537 kes.

Başbûn: 104488 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.