Papa Francis ji Hewlêrê ber bi Bexdayê ve bi rê ket

Papayê Vatîkanê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê vegeriya û biryar e îşev vegere Vatîkanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî lidarketina qudaseteke mezin li Yarîgeha Navdewletî ya Franso Herîrî li Hewlêrê, Papayê Vatîkanê Papa Francis bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdayê vegeriya û biryar e îşev vegere Vatîkanê.

Di merasîma birêketinê de li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji berpirsên bilind ên Hikûmetê amade bûn.

Papa Francis îro Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û zêdetir ji 10 hezar kesî, beşdarî merasîmekê li Yarîgeha Franso Herîrî bû, tê de gotarek pêşkêş û qudaseteke olî li dar xist.

Papa di gotara xwe de tekezî li ser aştî û lêborînê kir û ragihand, “Divê em hemû pend û waneyan ji êş xwe werbigirin.”

Papa got jî: “Gelek ji birayên we birînên tundiyê li gewdê xwe hildigirin, sebr û dilovaniya wan hîşt ku bême cem we.”

Di dawiya gotara xwe de, Papa Francis spasiya amadekarî û lidarxistina wê qudasetê kir û got: “Ji dil ve spasiya xelkê kurd ê birêz, hikûmet û desthilata sivîl dikim.”

Herwiha got: “Vedigerim Vatîkanê, lê her dem Iraq di dilê min de dimîne.”