Papa Francis bi bavê Alan Kurdî re hevdîtin kir û ji nêz ve êş û janên wî guhdarî kir

Papayê Vatîkanê Papa Francis ligel bavê Alanê Kurdî yê ku berî 6 salan li qerexa deryayê Egeyê xeniqîbû, hevdîtin kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis ligel bavê Alanê Kurdî yê ku berî 6 salan li qerexa deryayê Egeyê xeniqîbû, hevdîtin kir.

Vatîkanê di daxuyaniya xwe de diyar kir, Papa Francis ê ku îro serdaneke dîrokî li Herêma Kurdistanê pêk anî, di dawiya civîna girseyî ya li Hewlêrê de bi Abdullah Kurdî re hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Papa demek bi wî (Kurdî) re derbas kir û bi alîkariya wergêrekî, guhdarî li çîroka windakirina malbata wî kir.”

Di 2yê Îlona 2015an de li perava navdar a Bodruma Tirkiyê, terma zarokekî piçûk hatibû dîtin. Alan Kurdî yê 3 salî, ligel malbata xwe, ji ber şerê li Sûriyê, ji Kobanê di ser Tirkiyê re ber bi Ewropayê ve bi rê ketibû lê rêwitiya hêviyê ya Alan Kurdî û malbata wî li deryaya Egeyê bi dawî bû.

Bota ku lê siwar bûbûn noq bû, di qezaya dilsoj de Alan, dayik û birayê wî çûn ber dilovaniya Xwedê. Bi tenê bavê Alan sax mabû.

Alan, bi bedena xwe ya bêrih a li ber peravê, dinya alem ji xewa xefletê dabû şiyarkirin. Li gelek welatên cuda, bo penaberan çalakî hatin kirin. Ji destpêka şerê li Sûriyê ya sala 2011an vir de bi sed hezaran mirov mirin û bi milyonan kes bûn penaber.