"Divê rewşa Şingalê were asayîkirin"

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hesen Ke'bî daxwaz dike ku rewşa Şingalê were asayîkirin û avakirina deverê dest pê bike.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hesen Ke'bî daxwaz dike ku rewşa Şingalê were asayîkirin û avakirina deverê dest pê bike.

Hesen Ke'bî pêşwazî li şandeke Kurdên Êzdî yên navçeya Şingalê kir û daxwaz kir ku Şingal ji nakokiyên siyasî were dûrxistin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê, rasterast serperiştiya dosyeya wê deverê bike.

Herwiha Ke'bî daxwaz kir ku rewşa Şingalê were asayîkirin û dest bi avakirina navçeyê were kirin.

Ev di demekê de ye ku ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rêkeftin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hatiye îmzekirin, lê heta niha jî hikûmeta Iraqê ev rêkeftin cîbicî nekiriye.