Wezîrê Tendirustiyê vaksîna Koronayê wergirt

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed vaksîna Koronayê wergirtin.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed vaksîna Koronayê wergirtin û ji bijîşk û karmendên tendirustiyê daxwaz kirin ku vaksînê bi kar bînin.

Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand: “Ji bo handana bijîşk û karmendan û ji bo baweriya bi bikaranîna vê vaksînê, me vaksîna Koronayê bi kar anî. Em dixwazin rûbirûyî wê propagandayê bibin ku derbarê bikaranîna vaksînê de tê kirin.”

Berzincî destnîşan kir: “Eger ev vaksîn berdest be, bikaranîna wê erk e, silametiya vê vaksînê hatiye piştrastkirin, em ji bijîşk û karmendên tendirustiyê yên ku li eniya pêş a rûbirûbûna Koronayê ne, daxwaz dikin; demildest beşdarî wergirtina vaksînê bibin.”

Herwiha îro Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî vaksîna Koronayê wergirt.

Li aliyê din, Dr. Saman Berzincî di civîneke çapemeniyê de got: “Ez îro bi Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê re axivîm, biryar e 15ê vê mehê beşeke din a vaksînê bigihe Herêma Kurdistanê ku bi qasî 178 hezar derzî ye. Em hewl didin di dahatû de beşeke din jî bigihîje û her kes vaksînê werbigre.”