Nêçîrvan Barzanî: Ez hemû piştgiriya xwe ji bo jinên Kurdistanê car din tînim ziman
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û ragihand: “Ez hemû piştgiriya xwe ji bo jinên Kurdistanê car din tînim ziman.”
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan bi germî li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Di têkoşîna wan de bo rûbirûbûna kesên çewsandî û ne wekhevî û ne dadwerî, ez hemû piştgiriya xwe ji bo jinên Kurdistanê car din tînim ziman û ji bo wan hêviya serkeftinê dixwazim.”
8ى مارس، ڕۆژى جيهانيى ئافرهتان به گهرمى له ههموو ژنانى كوردستان، عێراق و جيهان پيرۆز دهكهم. له تێكۆشانياندا بۆ ڕووبهڕووبوونهوهى چهوسانهوه و نايهكسانى و نادادوهرى، ههموو پشتگيرييهكم بۆ ئافرهتانى كوردستان دووپات دهكهمهوه، هيواى سهركهوتنيان بۆ دهخوازم.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) March 8, 2021