"Pasaporta Vîrusê" hat pêkanîn

Çînê bawernameya tendirustiyê ji bo geştyarên navxwe yên welatê xwe pêk anî, ku bi navê "Pasaporta Vîrusê" tê nasîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çînê bawernameya tendirustiyê ji bo geştyarên navxwe yên welatê xwe pêk anî, ku bi navê "Pasaporta Vîrusê" tê nasîn.

Bawername dîjîtal e û zanyarî li ser lêdana derziyê û encamên pişkinîna vîrusê tê de hatine tomarkirin, niha hemû welatiyên Çînê dikarin bibin xwediyê wê bernameyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê li ser vê mijarê ragihand: “Ev bawername ji bo başkirina aboriya cîhanê û hêsankirina geşta navbera sînoran e.”

Ev yekem car e ku li cîhanê bawernameyeke wisa tê pêkanîn. Li gor nûçeyeke AFPê, Amerîka û Brîtanya jî hewl didin bawernameyeke wisa pêk bînin.

Yekîtiya Ewropayê jî bi pêkanîna belgenameyeke bi navê "Green Pas" e, ku dê bidin kesên vaksîna Koronayê wergirtine, da ku bikarin li nav Ewropayê û bo derveyî Ewropayê geştê bikin.

Tevî vê yekê, hinek kes tirsa wan li ser wê yekê heye ku bawernameya dîjîtal li Çînê, ji bo çavdêrîkirina welatiyan were bikaranîn.