Li Kirmaşanê kolberek di êrîşa pasdaran de birîndar bû

Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, duh 8ê Adarê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de kolberek bi navê Hucet Qezawet, xelkê bajarê Selas Bawecanî birîndar bû.

Kolberê birîndar rakirine nexweşxaneya bajarê Pawe.