Yekîtiya Ewropa: Berî “veguhastina siyasî” cezayên ser Sûriyê ranakin

Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir, beriya destpêkirina qonaxa “veguhastina siyasî” li Sûriyê, ew cezayên li ser Sûriyê ranakin.
Josep Borrell
Josep Borrell

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîserê Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir, beriya destpêkirina qonaxa “veguhastina siyasî” li Sûriyê, ew cezayên li ser Sûriyê ranakin.

Borrell di rûniştina Parlamentoya Ewropayê ya taybet bi krîza Sûriyê de got: “Ez ê roja 25ê Adarê hevserokê kongreya 5 a derbarê pêşeroja Sûriyê de bim. Divê em ji Nûnerê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen re tekez bikin ku em piştevaniya dîtina çareseriyeke siyasî Ii gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) bikin û divê proseya siyasî ligel destûreke nû û hilbijartinên azad bi pêş ve here.”

Borrell got jî: “Em dikarin alîkarî bikin ji bo dubare avakirina Sûriyayeke nû. Em amade ne piştgiriya xwe bidin, lê karkirina bi awayekî asayî ne bijardeya me ye. Divê lêpirsînên li ser dosyayên kesên windayî bi mekanîzmaya navneteweyî werin meşandin."

Herwiha got: "Divê em bi berdewamî fişarê bikin. Asayîkirin, rakirina cezayan û piştgiriya ji bo dubare avakirinê, beriya derbasbûna ji bo qonaxa veguhastina siyasî pêk nayê. Peyama konferansa Brukselê dê ev be."

Komîserê Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed tometbar kir ku astengiyan datîne pêş hemû danûstandinan û got: “Proseya siyasî ya bi piştevaniya Netewên Yekgirtî tên kirin, ji bo hilbijatinên demokratîk bên encamdan, rêjîma Sûriyê bi van çareseriyan re alîkar nabe.”