Tevger û partiyên Bakur: Em piştgiriya Kurdên Êzdî dikin ku dixwazin vegerin warê bav û kalan

Partiyên siyasî û rêxistinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û di wê daxuyaniyê de eşkere kirine ku ew ligel Kurdên Êzdî ne û piştgiriyê li daxwaza wan a vegera welêt dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiyên siyasî û rêxistinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û di wê daxuyaniyê de eşkere kirine ku ew ligel Kurdên Êzdî ne û piştgiriyê li daxwaza wan a vegera welêt dikin.

Daxuyaniya aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Bi gor deng û bahsên ku ji navçeya Batman û Merdînê tên, hinek birayên me Êzdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe dikevin ber êrîşa parezvanên gund û hêzên noker ên dewletê.

Êzdiyên Kurdistana Bakur ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker da bûn û tuşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, mecbûr man warê bav û kalên xwe bi ci bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û avareyê welatên Ewropa bibin.

Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê êzdîyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelîn Êzdî vegerin bo ser mal û milkê xwe. Gelek asteng derdixin ber pêşiya wan.

Nokerên rejim yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dur ji dab û nerîteyê kurdî, dur ji nirxên mirovatî û exlakê, dest danine ser mal û milkê Êzdiyan, îro jî guhê xwe nadine biryarên dadigehan.

Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberîyê di navbera Kurdên Misilman û Êzdî kûr bibin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkê Êzdîyan diparêzin û ji bona cî be cî kirina biryarên dadigehê karên pêwîst nakin.

Birayên me yên Êzdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgiriya me ne.

Em partî û rêxistinên siyasî, ku li jêrê navê me hene, piştgiriya vegera birayên xwe Êzdî bo ciyê bav û kalan dikin.

Em banga hemû rêxistinên mirov dost, rêxistinên mafê mirov, Baro û rusipiyên navçe, hemû partiyên siyasî û nunerên navçe dikin bila hawara birayên me Kurdên Êzdiyan da biçin. Bikevin navberê daku birîna me ya dirokî kûr nebe.

Em banga hemû hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzdî û piştgirî li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfek ava bikin.

Mafê birayên me yên êzdî ku yek ji perçeyek netewa kurd in heye, ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayeke ewle jîyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û ehlaqî ye.

Em ji raya giştî ra dîyar dikin ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên êzdî cî bi cîh bibin emê têbikoşin û pirsa hanê bişopînin.

Divê êzdî bê tirs û xof û bi awayeke azad vegerên warê bav û kalên xwe.

PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, TEVGER, PAK