Mafnas dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin

Li 120 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî ji 100 rojî zêdetir in ku ji bo tecrîda ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên li girtîgehan bidawî bibe di greva birçîbûnê da ne.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li 120 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî ji 100 rojî zêdetir in ku ji bo tecrîda ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên li girtîgehan bidawî bibe di greva birçîbûnê da ne. Komeleyên mafên mirovan û hiqûqnasan jî li Enqereyê bi civînekê rojnamegeriyê bal kişandin ser rewşa girtiyan û bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirin ku bila daxwazên girtiyan bê qebûlkirin.

Koordînasyona Herêmî ya Çavdêriya Greva Birçîbûnê ku ji 2 saziyên mafên mirovan û 2 komeleyên hiqûqnasan pêk tê li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Bakur li Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê daxuyaniyekê belav kirin.

Koordînasyon da zanîn ku li 120 girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî ji 100 rojî zêdetir in ku ji bo tecrîda ser Ocalan bê rakirin û binpêkirinên li girtîgehan bidawî bibe ketine greva birçîbûnê.

Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Hevçax Ayşegul Çagatay diyar kir: “Ji bo daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û binpêkirinên li girtîgehan bê bidawîkirin divê Wezareta Dadê, Wezareta Navxweyî, Wezareta Tendurustiyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Parlamen û hemû saziyên têkildar wezîfeyên xwe bînin cih. Ji bo kesên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe bidomînin lazim e protokolên greva birçîbûnê û hemû pêdiviyên wan bê cîbicîkirin.”

Hevserokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê Fatîn Kanat dide zanîn, grevên birçîbûnê derbasî qonaxekê hesas û metirsîdar dibe lê ji ber rojevên siyasî ev mijar di siyaset û medyayê da zêde nayê behskirin.

Fatin Kanat diyar kir: “Mixabin di nav teşxeleya roja siyasî da daxwazên girtiyan û grevên birçîbûnê zêde nayên rojevê. Lê êdî rewş ber bi metirsiyê ve diçe û ji 100 rojî dibuhure. Ji xeynî HDP û çend saziyên mafên mirovan kes naxe rojeva xwe. Bi vê koordînasyonê em dixwazin daxwazên wan bînin rojevê. Niha em amadehî dikin li gel rayedarên Wezareta Dadê ra hevdîtinan pêk bînin.”

Ji bo tecrîda li girava Îmraliyê ya li ser rêberê PKKê Abdullah Ocaln bê rakirin herî dawî di mehên ewil yên sala 2019an da girtiyên siyasî ketibûn greva birçîbûnê û bi bandora vê tecrîda ser Ocalan hatibû rakirin û Ocalan bi malbat û parêzêrên xwe ra hevdîtinan pêk anîbû.  Lê ji Tebaxa 2019an û vir ve daxwaza dîtinê ya malbat û parêzêran bi Ocalan ra ji aliyê Wezareta Dadê ve tê redkirin.